Önder Beyter
08 Mijdar 2018•Rojanekirin: 09 Mijdar 2018
ANKARA
Serokatiya Ajansa Kordînasyon û Hevkariyê ya Tirk (TÎKA) perwerdeya teknîkî û 16 ton pîvazê zeferanê yê xumalî wekî piştgirî da cotkarên ji Efxanistanê.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya TÎKAyê, bi hevkariya Midûriyeta Çandiniyê ya Heratê li navçeyên Zîndecan, Kerûx û Goryanê bi malbatên xwedan azmûn ku erdê wanê ê ji bo ajotina pîvazê zeferanê guncan e ra peyman hat îmzekirin û 16 ton pîvazê zeferanê li 40 cotkarî hat belavkirin.
Li gorî peymanê ji sedî 10ê berê pîvazê zeferanê dê ji malbatên ku piştgirî wergirtin were standin û li cotkarên din were belavkirin. Bi vî awayî tê xwestin ku ajotina zeferanê belav bibe, qalîteya wê zêde bibe û herwiha zêdetir malbat tevlî pêvajoya ajotina pîvazê zeferanê bibe.
Ji xeynî vê, perwerde jî dan cotkaran ka mirov zeferanê çawa datîne û herwiha mirov çawa dikare ber û kalîteya wê zêde bike.
Ji sedî 95ê nebata zeferanê ku vê axiriyê di aboriya Efxanistanê da qîmeta wê zêde dibe, li Herat û dewrûbera wê hêşîn dibe. Li van herêman ajotina zeferanê çiqas zêde û berbelav dibe, erd û zeviyên xaşxaşa madeya xam a hişbirê jî ewqas hindik û kêm dibe.