Haydar Şahin
08 Mijdar 2018•Rojanekirin: 09 Mijdar 2018
OSMANİYE
Li Kadîrliya navçeya Osmaniyeyê di xebatên restorasyonê yên li Mizgefta Ala da mozaîkên bi hezaran salan derketin holê. Mizgeft 1800 salî ye, berê wekî manastir mizgeft xizmet daye û ji sala 1924an vir da jî ji îbadetê ra girtî ye.
Xebatên restorasyonê yên li Mizgefta Ala ya di heyama Împaratoriya Romayê da hezar û 800 sal berê wekî manastir hatibû avakirin, paşê vegerandibûn dêrê û herî dawîn jî di heyama Mîrektiya Dulkadîrogluyan da kiribûn mizgeft dewam dikin. Mizgefta Ala di heman demê da wekî "Ayasofyaya Çukurovayê" tê zanîn.
Burhan Torunê Midûrê Çand û Tûrîzmê yê Bajêr got ji hêla dîroka Anadoluyê va mizgefta lê restorasyon tê kirin zehf girîng e.
Torun diyar kir ku di dema xebatên restorasyonê da mozaîk derketin holê û wiha axivî: "Mizgefta Ala di heyama Romayê da wekî manastir hatiye avakirin, di heyama Bîzansê da wekî dêr hatiye xebitandin û di heyama Begtiya Dulkadîrogluyan da vegerandine mizgeftê. Di xebatên restorasyona mizgeftê da mozaîkên rêça 3 heyeman li ser wan in û gelek mozaîkên din hatin dîtin.Em ê bi xebateke baldar wan derxin holê."
Torun got ku piştî temamkirina xebatan ew ê bi camê ser mozaîkan bigrin û wan mihefeze bikin, mizgeftê ji bo îbadetê, mozaîkan jî ji bo ziyaretê vekin.
Mucahît Durmuşogluyê Parlamenterê Osmaniyeyê ya AK Partiyê destnîşan kir ku ji bo îbadetê vekirina mizgeftê ew ê tevkariyê bi de danasîna Kadîrliyê, Osmaniyeyê û herêmê û wiha pê da çû:
"Di restorasyona Mizgefta Ala ya ku wekî Ayasofyaya Çuxurovayê tê zanîn da digihîjin asta dawîn. Înşeallah dema ku restorasyon were temamkirin ew ê balê bikişîne ser herêma me. Ez ji ekîbên bênavber dixebitin ra sipas dikim. Ji der û dora mizgeftê gelek mozaîk derketin holê."