17 Adar 2017•Rojanekirin: 17 Adar 2017
ESKÎŞEHÎR
Serokomar Erdogan: "Deriyê me ji bo kesên antîdemokratîk, yên li dijî azadiya baweriyê, yên derî li wezîra me ya jin digirin û nahêlin derbasî konsolosxaneya ku wek axa me tê hesibandin bibin, girtiye. Yên sefera wezîrê karên derva yê me qedexe dike, bila li qisûrê mêze nekin, ji vir pê da em jî seferan qedexe dikin."
"Dîwana Edaletê ya YEyê laçikê qedexe dike. Em ji van bêzar bûn, bêzar. Kanê azadiya dîn hebû, azadiya baweriyê hebû. Heke tu dikarî de hela kîpayê jî qedexe bike. Evana durû ne durû."
"Ji bo ku guherîna qanûna bingehîn xirab nîşan bidin li vî alî dizvirin li ciwanên me heqaretê dikin, li aliyê din dizvirin heqaretê li parlementoyê dikin, li mixtaran dikin. Bi van jî nasekinin radibin mihacirên ji Sûriyeyê wek hedef nîşanî welatiyên me didin. Nijadperestên li Almanya, Holanda, Awistiryayê li dijî misliman û tirkan çi dikin ev jî dixebitin ku heman tiştî li vê derê bînin serê penaberên ji Sûriyeyê. Partiya ku rêberê wê faşîstên li Ewropayê be ew ê ancax xwe bigihîne dewra CHPya 1940î."