Muhammet Kurşun
08 Gulan 2017•Rojanekirin: 08 Gulan 2017
ANKARA
Wezîrê Darayiyê Nacî Agbal, der varê hemwarkirina yasaya li ser wesayitên 1997 modêl û yên kevintir ku dikevin xurdeyê de got: "Jimareya wesayitên ku di ser 20 salî re ne û deynê wan ê Baca Wesayitên Bimotor heye di ser 2,1 milyonî ne. Ji van 355 hezar kamyon, kamyonet, erebeyên kişandinê. Milyonek û 600 hezarê van otomobîl, wesayitên eraziyê û yên wek motorsiklêt in. Nêzîkî 100 hezarî jî basên biçûk, otobês û panêlvan in. Em dibêjin teqrîben 2 milyon û 100 hezar lê helbet divê erebe di halê bikarneanînê de be. Yên ku muayeneya fennî kiribûn û wesayita wan di halê bikaranînê de be bawer nakim muraceet bikin."