Haydar Şahin
27 Mijdar 2015•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2015
Seywan Seîdiyanê ku li Îranê resim û peykeran çêdike ji vir salekê berê hat li Diyarbekriê bi cî bû. Seîdiyan li vê derê bi peykerên xwe yên ku bi xurdeyan çêkiriye pêşangehek vekir.
Seywan Seîdiyan (43) li Zanîngeha Silêmaniyê Beşa Hunerê xwend paşê li Tehran, Mehebad, Sîne, Qezwîn, Silêmanî û Hewlêrê 14 pêşengehên wêne û fotoxrafan vekir, wek mayîn jî bi soraniya zaravayê kurdî pirtûkên helbest û çîrokan jî nivîsand.
Seîdiyan ji bo ku nêrîna wî ya hunerê berfireh bibe hat Diyarbekirê bi cî bû û li vê derê jî bi xurdeyan peykeran çêdike.
Seîdiyan li Sûra navçeya Diyarbekirê di nav 8 mehan da ji sedî zêdetir berhemên hunerî yên wek motorsîklet, texsî û amûrên cotkariyê çêkir û bi 71 berhemên xwe va li Kûçeya Hunerê pêşengeha xwe vekir.
- "Ji hesin hestên xweş derdikevin holê"
Seîdiyan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ev 15 sal e bi hunerê radibe û rûdinê. Seîdiyan destnîşan kir ku ev cara ewil e ku bi tirkî daxuyaniyê dide, beriya vê li Iraq û Îranê jî resim çêdikir. Seywan got ku berê bi daran peyker çêdikir paşê jî bi hesinên xurde va dest bi çêkirina peykeran kir û cara ewil li Diyarbekirê ji xwe ra atolye vekir.
Seîdiyan got, "Ez xurdeyan vedigerînim hunerê. Hesin hişk e, lê belê hek hûn bi xwe bawer bibin dikarin jê berhemên narîn çêbikin. Ji hesin hestên xweş derdikevin holê."
Seîdiyan got ku ji ber eleqeya ku nîşanî pêşengeha wî dan zehf kêfxweş bûye û wiha pê da çû: "Mirov hesinên xurde diavêjin sergoyê. Ez jî wan tov dikim an jî ji xurdefiroşan dikirim. Ji wan hesinan berhemên kaw çêdikim. Kesên ku li pêşengeha min digerin dibêjin "te can daye hesin"."
Seîdiyan destnîşan kir ku dema peykeran çêdike ji jiyana xwe mînakan digire.