Hemin Hüseyin
08 Gulan 2017•Rojanekirin: 09 Gulan 2017
KERKÛK
Jinên gundê Hecî Elî yê ser bi Geyareya Mûsilê û nêzîkî Hewîceya Kerkûkê ve ku salek berê ji aliyê hêzên iraqî ve hat rizgarkirin, ji bo careke din nekevin destê rêxistina terorî DEAŞê bi şev û roj nobedê digirin.
Xelkê deverê dibêjin gundê wan demeke dirêj di destê DEAŞê de ma û ew her kêliyê di bin tirsa mirinê de jiyane. Lê piştî ku hêzên Iraqê ew der rizgar kirine, gihîştiye rehetiyê û loma jî careke din nahêlin ku DEAŞ gundê wan dagir bike.
Gundê Hecî Elî 70 kîlometre dûrî qezaya Hewîceyê ye ku DEAŞ hê jî wê derê di destê xwe de digire. Di navbera wan de Çemê Zêyê Biçûk tenê heye. Xelkê gund radigihînin ku çekdarên DEAŞê çend caran di ser avê re hatine û êrişên xwekujiyê pêk anîne.
Jineke 65 salî ya bi navê Nezhet Salih Derwêş, diyar dike ku bi rojan piştî nîvro ew radizê û mêrê wê nobedê digire, piştî ku dibe şev jî ew nobedê digire mêrê wê radizê.
Malbat dibêjin ji bo DEAŞ careke din neyê û malên wan talan neke ewê heta dawiyê şerê rêxistinê bikin.
Xelk herwiha dixwazin ku hikûmeta Iraqê ji wan re Hêzên Eşîretê ava bike û ewlehiya herêmê wisa pêk bîne.