Türkan Tosun
11 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2018
BRUKSEL
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu der barê sîstemên parastinê S-400 yên ku ji Rûsyayê hatine kirîn da got: "Heta dawiya sala bê bataryayên ewil wê bên. Di encamê da êdî ne hewce ye ku ev bê axaftin."
Çavuşoglu li Brukselê ya ku ji bo Civîna NATOyê çûbû pirsên çapemeniyê bersivandin.
Çavuşoglu got piştî ku ji Rûsyayê S-400 hatine kirîn ne bi tenê ji Amerîkayê, ji welatên endamên NATOyê jî daxuyaniyên der barê vê da hatin dayîn û wiha axivî: "Em aliyê wê yê teknîkî fêm dikin. Mînak ew dipirsin S-400 wê NATO û sîstemên NATOyê, mutefîqan wek dijmin bibîne an na, dixwazin vê fêm bikin ku ev jî normal e. Di vê mijarê da jixwe em hesas in. Dema me kirî jî me di vê mijarê da şertên xwe anîn ziman. Hewcedariya me bilez bi vê hebû. Ji ber ku me ji mutefîqên xwe temîn nekir me çû ji Rûsyayê kirî. Bihayê herî baş Rûsyayê da. Me jê ra got Tirkiye welatekî xweser û azad e û biryara xwe bi xwe dide."
Çavuşoglu got fikarên "Gelo Tirkiye ji NATOyê dûr dikeve?" qebûl nakin û wiha dewam kir: "Na Tirkiye ji NATOyê dûr nakeve. Heke mutefîqên me vê pêdiviya me temîn bikirana me yê ji wan bikiriya. Heta dawiya sala bê bataryayên ewil wê bên. Di encamê da êdî ne hewce ye ku ev bê axaftin."
- "Tişta ewil ya ku NATO û mutefîqên wê tehdîd dike rêxistinên terorê ne"
Wezîr Çavuşoglu anî ziman îro tişta herî ewil ya ku NATO û mutefîqên wê tehdîd dike rêxistinên terorê ne ji ber vê divê NATO li hember vê tevdîran bibîne, îstiqrara welatên mutefîq biparêze.