Türkan Tosun
28 Adar 2018•Rojanekirin: 28 Adar 2018
KILÎS
Alîkariya ku ji 14 tiran pêk tê û ji hêla Serokatiya Kar û Barên Diyanetê û Weqfa Diyanetê ya Tirkan ve ji bo Sûriyeyê hatibû komkirin gihîşte Kilîsê.
Serokatiya Kar û Barên Diyanetê û Weqfa Diyanetê ya Tirkan ji bo penaberên ji Sûriyeyê bi navê "Bila li Helebê Mirovahî Nemire" kampanyayek da destpêkirin.
Miftitîya Qeyseriyê jî piştgirî da kampanyayê û alîkarî hat komkirin.
Bi rêvebiriya Miftîtiya Kilîsê va 14 tirên alîkariyê anîn Xaçerêya Şêx Mansûr.
Miftiyê Sariza Navçeya Qeyseriyê Bîlal Dut li vir ji rojnamevanan re daxuyand kampanyaya "Bila li Helebê Mirovahî Nemire" dewam dike.
Dut got 349 tir alîkarî hatiye berhevkirin û wiha axivî: "Heke Xwedê nesîb bike du tir wê herin Îdliba Xûtaya Rojhilat, 6 tir wê herin herêmên navîn ên Sûriyeyê, 6 tir jî wê here li ser sînor û alîkarî wê li wir Sûriyeyîyan bê belavkirin. Di nav 2 tiran de cîh û nivîn, 2 tiran de xûrek û yên din de jî ard heye."
Piştî axaftinan tir bi diayan hatin bi rêkirin ku ew herin Deriyê Sînor ê Oncupinarê.