23 Mijdar 2016•Rojanekirin: 24 Mijdar 2016
SÎÎRT
Cîgirserokê AFADê Mehmet Halis Bilden der heqê xebatên rizgarkirinê da agahî da xizmên karkerên ku di karesata kanê ya li navçeya Şêrwanê da di bin axê da man.
Bilden di daxuyaniya xwe ya li ber Navenda Koordînasyona AFADê da destnîşan kir ku xebatên derxistina 9 karkerên di bin axê da, 24 saet bênavber berdewam in û wiha got, "Em li ser wê qenaetê bûn ku emê duh bi şev bigehîştana yek an du kesî, lê me encamek bi dest nexist."
Bilden bal kişand ku di xebatan da 12 ekskavator, 3 dozer, loderek û 30 kamyon tên emilandin û herwiha Bilden da zanîn ku li qadê berdewamkirina xebatê dijwar e û wiha got, "Înşelah em îro dîsa li bendê ne ku em bigehîjin yek û du birayên me yên mayîn."
Bilden diyar kir, der heqê xebatên rizgarkirinê da çi guhertin hebin, ew bi malbatan ra parve dikin û got ku ew fikra malbat û operatoran hildidin. Bilden wiha axivî: "Şikir ji Xwedê ra pirsgirêkeke ku bi xebatkaran têkildar be çênebû. Ew jî serkeftinek e. Înşallah em ê di demeke kurt da xwe bigihînin birayên xwe."
Bilden paşê bi malbatan ra çû herêma ku tep bûye û li wê derê agahî da malbatan.