Haydar Şahin
30 Gulan 2019•Rojanekirin: 31 Gulan 2019
Zarokê 7 salî yê li Sêrtê dijî qîza apê xwe ya 7 rojî da hemêza xwe û keçik ji hemêza ket edê.
Li gor agahiyên hatin sitandin E.E.yê nexweşê otîzmê yê li Ulusa taxa bajêr di xaniyekî 2 qatî da dijî qîza apê xwe ya 7 rojî ya ku hê navê wê daneynibûn da hemêza xwe û derkete ser xanî.
Dergûşa li hemêza zarokê astengdar ji ser xanî ra li erdê ket.
Dergûşa birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê.
Hat ragihandin ku rewşa dergûşê hê giran e.