Fatih Gazioğlu
02 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2018
GAZÎANTEP
Perçeyên wenda yên mozaîka wek "Keçika Qereçî" tê binavkirin a bûye sembola Zeugmayê wê heta mehekê bînin Gazîentabê.
Beriya 4,5 mehan di navbera Wezareta Çand û Turîzmê û Zanînge Eyaleta Bowlîng Greenê ya Amerîkayê da ji bo paşveşandina 12 perçeyên mozaîkên Zeugmayê protokol hatibû îmzekirin.
Seroka Şaredariya Bajarê Mezin a Gazîentabê Fatma Şahînê daxuyanî da rojnamevanan û got ku berhemên li Amerîkayê wê heta dawiya cotmehê yan jî serê meha çiriya paşîn bînîne bajêr. Şahînê got ku perçeyên mozaîkan çend sal berê hatibûn dizîn û biribûn welatên derva û wiha axivî:
"Hemû dinya dizane ku wektê meriv dibêje Zeûgma berhema sêber tê aqilê meriv. Lê me her tim digot gelo "Keçika Qereçî" wê kengî bigihê malbata xwe? Me meraq dikir. Me heman mijar ji Serokomarê mer re jî gotibû. Di vê meseleyê da Serokomarê me alîkariyeke mezin da me. Ji bo anîna berhemên Zeûgmayê yên wenda ev 2 sal û nîv e em dixebitin."
- "Keçika Qereçî" bi tenê mabû
Şahînê got ku piştî wan berhem anîn bajêr wê li ser hin kar û barên teknîkî bikin û çîrokên wan wê derxin holê û wiha dewam kir: "Di her tebloyekê da çîrokek heye. 'Keçika Qereçî' bi tenê mabû. Ka çima li vê derê bû, çi bûyer çêbûbû û ev teblo hatibû çêkirin tu agahî tune bû. Niha bi hatina perçeyên berheman ev hemû wê derkevine holê. Em ê hînbibin."