DIYARBEKIR (AA) - Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş der barê Operasyona Şah Firatê de wiha got: "Hêvîdar im ku ev mesele dê di navbera Tirkiyeyê, PYD û herêma Rojavayê de bibe wesîleya geşedana têkiliya fermî."
Demîrtaş ji bo hevdîtina ligel hin nûnerên dezgeh û partiyên siyasî hat Serokatiya Bajêr a HDPyê û li vir bersiv da pirsên rojnamegeran.
Demîrtaş diyar kir ku wan di serî de digot ku polîtîkaya Tirkiyeyê ya Sûriyeyê li ser xeletiyan hatiye avakirin û DÎŞI jî ji bo Tirkiyeyê tehdîd e.
Demîrtaş îdia kir ku heta niha Tirkiyeyê di têkoşîn li dijî DÎŞIyê de pozîsyoneke zelal negirt û wiha domand:
Aniha êdî tê xuyanê ku DÎŞI hêdî hêdî Tirkiyeke tehdîd dike. Bi min ji îro şûnde DÎŞI dê bêtir bibe tehdîd. Li hemberî van tehdîdan divê hikûmet pozîsyoneke gelekî saxlem bigre. Di têkoşîna li dijî DÎŞI û zihniyeta wê de hewce ye êdî hikûmet bibîne ku hevkariya ligel hêzên demokrasiyê yên li herêmê, bi taybetî jî ligel PYD çiqas gîrîng e."
- "Dê di rojên destpêkê de bikaribûna DÎŞIyê ji wê xakê bavêjin"
Demîrtaş bal kişand ku di Operasyona Şah Firatê de gîrîngiya korîdora leşkerî derket holê û wiha pê de çû: "Heke di destpêka êrîşên DÎŞIyê yên li dijî Kobanê de, li ser Tirkiyeyê korîdorek hatibûya vekirin û Kurdan di nava xwe de bikaribûya alîkariya leşkerî bide hevdu, dê di rojên destpêkê de bikaribûna DÎŞIyê ji wê xakê bavêjin."
Demîrtaş bal kişand ku PYDyê di vê bûyerê de da nîşan ku tu têkiliyeke wan a dujminane bi Tirkiyeyê re tuneye û wiha berdewam kir:
"Hêzên PYDyê yên li wir û xelkê ku li wir dijî bi tu awayî ji bo Tirkiyeyê dujmin û tehdîd nîne. Bereksê vê DÎŞI dujminê Tirkiyeyê ye. Hêvîdar im ku ev mesele dê bibe wesîleya geşedana têkiliya fermî ya hewce ya di navbera Tirkiyeyê ya ligel PYD û herêma Rojavayê. Ji ber ku têkilî heta heta li ser tirs û dujmintiyan nayê avakirin. Me her wext pişta avakirina têkiliyên dualî yên pak kir."
- Pêvajoya çareseriyê
Li ser pirsa rojnamegerekî ya der barê 10 madeyên pêşnûmaya çareseriyê yên ku Ocalan pêşkêş kir de jî Demîrtaş got ku hê jî pêşveçûnek tuneye û lihevkirineke ku were ragihandin jî hê pêk nehatiye.
- Şande çû Qendîlê
Demîrtaş diyar kir şandeya ku di navê de Sirri Sureya Onder û Ceylan Bagriyanik jî hene îro çû Qendîlê û piştî vegera şandeyê ewê li Enqereyê careke din dest bi hevdîtinan bikin û heke ku encam erênî be ewê raya giştî jî agahdar bikin.