İbrahim Atmaca
04 Mijdar 2018•Rojanekirin: 05 Mijdar 2018
TRABZON
Li Maçkaya navçeya Trabzonê Keşîşxaneya Kuştulê ku li gor texmînê di nîvê sedsala 8emîn da li ser teht û zinarên tepa gelî hatiye avakirin, balê dikşîne.
Keşîşxaneya Kuştulê di nav sînorên taxa Şîmşîrliya ku nêzî 32 kîlomêtreyan dûrî Maçkayê ye da ye û piştî ku Şaredariya Maçkayê serî li Midûriya Lijneya Herêmê ya Parastina Heyberên Çandinî ya Trabzonê da, keşîşxane wek berhema bîrdariyê hat tescîlkirin.
Navê keşîşxaneyê ji texma Kuştulê ya ku lê ye tê û li ser tepa geliyê zinaran hatiye çêkirin û çûyîna wê derê pir zehmet e. Keşîşxane piştî ku hatiye çêkirin, paşê çavî lê hatine zêdekirin û restorekirin, lê vê gavê dîwarên wê yên sereke û xerabûyî gihîştine roja îro.
Keşîşxane di sala 1923yan da ku mubadeleya nifûsê hatiye kirin, hatiye valakirin. Ji gelî gelek dehlîz dertên keşîşxaneyê. 72 odeyên keşîşxaneyê hene û pênc qatî ye. Tenê deriyekê wê yê têketinê heye. Gelê herêmê bi salan e di sê şiverêyan ra dertên keşîşxaneyê.
Her çend dûrî behrê be jî behr bi çaviya wê ya herî jor va tê xûyanê.
Şaredarê Maçkayê Koray Koçhan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, Maçka berê cihekî ku mensûbên baweriyên cuda lê wek birayan jiyane bûye.
Koçhan diyar kir, qeydên dîrokî û nexşe dibêjin ku 3 jê mezin 5 keşîşxane li Maçkayê hene û ji van Sumela, Vazelon û Kuştul tên zanîn, ji bo du keşîşxaneyên din ên ku cihê wan hatiye tesbîtkirin jî xebat didomin.
Koçhan diyar kir, li gor agahiyên ku çavkanî didin, Keşîşxaneya Kuştulê piştî mîladê di sala 773yan da ketiye fealiyetê û piştî 400 salan di sala 1204ê da ji ber pevçûnên mezhebên Xristiyaniyê keşîşxane hatiye talankirin û şewitandin.
Koçhan destnîşan kir, heta sala 1393yan nêzî 200 salî girtî maye û paşê hatiye restorekirin û cardin ketiye fealiyetê.
Koçhan daxuyand ku li dora Keşîşxaneya Kuştulê gelek dêr hene û keşîşxane di sala 1904ê da şewitiye û xesareke mezin hildaye û piştî vê şewatê herêm hatiye terikandin û dev ji keşîşxanetiya wê hatiye berdan.
Koçhan diyar kir, bi şertê ku derdora wê were çêkirin û were parastin, Keşîşxaneya Kuştulê dewrî şaredariyê kirin û ew ê nava wê û derdora wê paqij bikin, der û dora wê sûr bikin, seba turîstan vekin.