30 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 30 Berfanbar 2015
MARDİN
Komeleya Alîgirên Trabzonsporê ya Qiziltepeya navçeya Mêrdînê dixwazin ku bila kompleksên sporê yên Trabzonsporê ku bi armanca peydakirina lîstikvanên ji bajarên Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ne dihatin çêkirin bila bi dawî bibin û bikevin fealiyetê. Alîgir banga piştgiriyê dikin û dixwazin ku bila înşeatên herdu komleksên sporê yên nîvcû mane bên temamkirin.
Serokê Komeleya alîgirên Trabzonsporê ya Qiziltepeyê Îbrahîm Aydin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku înşeateka tesîsekê li ser rêya Mêrdînê texma avahiyên TOKIyê ye û ya din jî li ser rêya Wêranşehirê ye.
Aydin got ku bi saya serê van tesîsên hanê zarokên ji bajarên Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê yên ku temenê wan di navbera 8 û 13 salan da li wan tesîsan wê bihatina perwerdekirin û yên serkeftî jî wê di qadroya Trabzonsporê de bi cih bibûna û wiha dewam kir: "Projeyeke mezin dest pê kir lê piştî ku Pêvajoya Çareseriyê bi dawî bû neçû serî, înşeata me jî sekinî û alîkarî nayê. Ez bi taybetî bangî rayedaran dikim ji bo ku em bikaribin van tesîsên hanê biqedînin ji me re nêzî 3 milyon lire pere lazim e. Ev tesîs bi tenê ne bi kêrî Mêrdînê ji bo bi kêrî hemû bajarên Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê bê em bi wî awayî înşea dikin.
- Bi Serokê Trabzonsporê re wê hevdîtinê bikin
Aydin ragihand ku ji bo bi Serokê Trabzonsporê Muharrem Usta re hevdîtinê bikin hewl didin û dema ku bên bal hev jî wê ji bo tesîsan alîkarî û piştgiriyê bixwazin.
Serokê Federasyona Piştevaniya Civakî ya Mêrdînê Mehmet Şerîf Oter jî dest nîşan kir ku ew li bendê ne ku ji bo înşeata herdu tesîsan jî alîkarî bê dayîn û ev tesîs dema biqedin wê gelek bi kêrî herêman bê.