12 Sibat 2017•Rojanekirin: 13 Sibat 2017
MARDÎN
Sûriyeyiyên ku ji şerê navxweyî yê li welatê xwe revîn û hatin Kiziltepeya navçeya Mêrdînê, ji ber ku deriyê xwe li wan vekir, spasiya Tirkiyeyê kirin.
Malbatên sûriyeyî herwiha destnîşan dikin ku ew bi alîkariya dewlet, saziyên civaka sivîl û welatiyên xêrxwaz li ser piyan dimînin. Dîsa zarokên malbatên sûriyeyî jî ji dibistana ku lê perwerde dibînin, kitêba "Ez tirkî hîn dibim" dixwînin û tirkiya xwe pêşda dibin.
Bavê 9 zarokan Fadil Mihemmed (51) ku 3 sal berê ji bajarê Tirbêsiyê yê Sûriyeyê hat û li taxa Ataturkê bi cih bû, di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da diyar kir ku Tirkiye xwedan wan derket û ew bi alîkariya dewlet û xêrxwazan li ser piyan man.
- "Em hewl didin berpirsiyariya xwe bînin cih"
Adnan Yalçinê Berpirsê Şaxa Mêrdînê yê Navenda Lêkolînên Aştiyê ya Rojhilata Navîn ku navenda wê li Enqereyê ye, wiha xeberda:
"Çawa ku dewleta me, welatê me alîkarî û xizmeta penaberan dike, bi heman şêweyî em jî wekî saziyên civaka sivîl û wekî Navenda Lêkolînên Aştiyê ya Rojhilata Navîn xwe digehînin penaberan û curbecur alîkariyê didin wan. Me li herêma Kiziltepeyê bi navê çenteyê hîjyenê, çente li 2 hezar û 350 jinî belav kir. Ji xeynî vê me li gorî serjimara neferên malbatê ji 600î heya 900 lireyî alîkariya neqdî ya zivistanê da malbatan. Em jî wekî dezgeh hewl didin ku mihtacên rasteqîn tespît bikin, alîkariyê bidin wan û bi vî awayî berpirsiyariya xwe bînin cih."