12 Sibat 2017•Rojanekirin: 13 Sibat 2017
ERZURUM
,Li Herêma Rojhilata Anadoluyê li Erzirom, Erdexan, Qers, Îdir û Agiriyê berfê bibare.
Li gor agahiya ku ji Midûriya Herêma 12an a Meteorolojiyê hat hildan, li herêmê hewa ewrsayî ye û tê texmîkirin ku hewa piştî mexrebê ewrayî be û dibe ku bi şev li Erzirom, Erdexan, Qers, Îdir û Agiriyê berf bibare.
Li herêmê germa hewayê di bin sifirê de herî kêm li Qersê 27, li Erdexanê 26, li Agiriyê 20, li Erziromê 16, li Ezircanê 7 û li Îdirê 6 û li Tunceliyê 4 pile hat pîvan.
Tê texmînkirin ku nava rojê jî germa herî zêde li Tunceliyê 7, li Îdirê 4, li Erzincanê 3, di bin sifrê da li Erziromê 3, li Qersê 5, li Agiriyê 4, li Erdexanê jî 8 pile be.
Qalindahiya berfê li Agiriyê 70, li Erziromê 40, li Erdexanê 18, li Qersê 28, li Îdirê 8 û li Tunceliyê 4 santêm hat pîvan.