19 Adar 2016•Rojanekirin: 20 Adar 2016
ÎSTANBUL
Piştî ku ekîbên polêsan li cihê ku lê êrîşa xwekujiyê ya li Beyogluyê hat kirin û hawirdora wê lêkolînên xwe temam kirin Kolana Îstiklalê ji peyayan re hat vekirin.
Polêsên pispor ên girêdayî Midûriya Şûbeya Îmhakirina Bombeyan û Şûbeya Lêkolîna Cihê Bûyerê xebatên xwe temam kirin. Bi rakirina şerîdên ewlehiyê destûr hat dayîn ku Kolana Îstiklalê ji peyayan re bê vekirin.
Di vê navberê de hat diyarkirin parvekirinên ji ser malperên parvekirinê yên wekî li hin navendên danûsitandinê (AVM) yên li navçeyê êrîşkarê xwekujiyê hatiye girtin û AVM girtî ne bêbingeh in, ev parvekirinên ji bo ku di nav gel de panîkê derxînin hatine kirin rast nînin.