İbrahim Atmaca
30 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2018
ANKARA
Beriya serê salê kontrola "Tirkiye Ewlehî Hizûr-9"ê hat kirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Karên Navxweyî hat dayîn, Midûriya Giştî ya Ewlehiyê, Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan û Fermandariya Ewlehiya Qerax li tevahiyê welêt kontrol dandestpêkirin û 65 hezar û 408 personel beşdar bûn û 229 kûçikên perwerdekirî hatin bikaranîn.
Li 5 hezar û 844 deveran kontgrol hatin kirin û 143 hezar û 838 wesayît hatin kontrolkirin, polêsan nasnameya 508 hezar û 508 kesan kontrol kir û 790 kesên ku ji ber sûcên curbecur polês li wan digeriya hatin girtin.
Di kontrolan da 27 demançeyên bêruhset, 23 tivingên nêçîrê, 18 demançeyên hişkeber, 291 fîşeng, 18 kêr, 5 kîlo 668 gram esrar, 19 gram eroîn, 15 gram bonzaî, 32 gram metamfetamîn, 5 hezar û 437 hebên hişbirê, 311 lître meya qaçax, 6 hezar û 210 pakêt cixareya qaçax hat bidestxistin.
Di kontrolan da 6 jê zarok 26 kesên winda hatin dîtin, ji bo 931 kesan qeydên edlî û îdarî hatin girtin.
Her wiha 106 wesayîtên ku li gor tesbîtê di çendîn sûcan da hatine xebitandin, hatin bidestxistin, 459 wesayît ji trafîkê hatin menkirin, ji xwediyên wan ra milyonek û 505 hezar û 879 lire cezayê pere hat birîn.