Nihat Kavşut
02 Adar 2018•Rojanekirin: 03 Adar 2018
TRABZON
"Ji Bona Jinan Konvoya Wijdanê" ya ji bo balê bikşînin ser jinên ku li Sûriyeyê di girtîgehên rejima Esed da girtî ne û her roj tên êşkencekirin hat avakirin 7ê adarê wê ji Trabzonê bi rê bikeve.
Gulderen Mumcuya Berpirsyara Şaxa Jinan ya Komeleya Alîkariya Însanî ya Trabzonê li Cemiyeta Rojnamevanan ya Trabzonê daxuyaniya çapemeniyê da û destnîşan kir dengê jinên ku li zindanên Sûriyeyê êş û bêçaretiyê dibînin dibihîzin.
Mumcu destnîşan kir 7 sal in li bendê ne û tu kesî heta niha tiştek nekiriye û wiha got: "Êdî bes e. Li wir êş û êşkenceyê dibînin. Em dixwazin ji bona wan tiştekî bikin."
Gulderen Mumcuyê diyar kir ji bona dengê jinan bidin bihîstin wek "Ji Bona Jinan Konvoya Wijdanê" derdikevin rê.
Mumcuyê destnîşan kir konvoya ewil 6ê adarê wê ji Stenbolê derkeve rê û wiha got: "Bi dorê em ê ji Îzmît, Sakarya, Enqere û Edeneyê herin ser sînorê Sûriyeyê. Di 7ê adarê da jî em ê ji Trabzonê herin Hatayê."