Haydar Şahin
06 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 10 Tîrmeh 2018
MARDÎN
Şaredariya Nisêbîna navçeya Mêrdînê ya ku bi destê Wezareta Karên Navxweyî lê wezîfedarî hatibû kirin havînê qursa sobaniyê vekir û zarokan eleqeyeke mezin nîşanî qursê da.
Şaredariya Nisêbînê di çarçoveya "Xwendingeha Sporê ya Havînê " da ji bo zarokan qursên sobanî, fitbol, basketbol, bedmînton, tenîsa maseyê, voleybol, kişik û wushuyê vekir.
Şaredariyê Hewza Olîmpîk a Oktay Mungan kirê kir û ji bo zarokan lê qurs vekir, zarok di nav şert û mercên xweş û ewledar da hînî sobaniyê bûn û tetîla xwe jî bi dilxweşî derbas kirin.
Serkan Tekînê Wekîlê Midûrê Belediye Sporê û Midûrê Navçeyê yê Spor û Xizmetên Ciwaniyê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku hetanî nika hezar û 200 xwenderî li qursa wan perwerdeya sobaniyê dît.
Tekîn wiha pê da çû: "Xwendekarên ku firsenda wan tune sobaniyê bikin li vê derê di çavdêriya hîndekaran da qursê dibînin. 6 antrenor, 2 pisporên xilaskirinê, 3 personelên têkiliyên bi gel ra wezîfeyê dikin. Xwendekar havînê hem sobaniyê hîn dibin û hênik dibin hem jî dema xwe xweş derbas dikin."