Haydar Şahin
06 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2018
MARDÎN
Li Mîdyada navçeya Mêrdînê di çarçoveya "Projeya Bazina Zêrîn" a bi piştgiriya Bernameya Piştevaniya Civakî ya Wezareta Pêşketinê (SODES) hat vekirin da qursên telkarî û neqişandina keviran hatin vekirin.
Qaymeqamtiya Mîdyadê û Navenda Civakê ya Pirarmancî (ÇATOM) bi piştgiriya SODESê va "Projeya Bazina Zêrîn" amade kirin û bi merasimê qursên telkarî û neqişandina keviran hatin vekirin.
Qaymeqam Huseyîn Tekîn di merasimê da axivî û diyar kir ku qursiyer ew ê di çarçoveya projeyê da hem dahatê bi dest bixin hem jî meslekekî hîn bibin.
Gulten Erola Berpirsyara ÇATOMê ya Mîdyadê jî got ew ê di çarçoveya projeyê da perwerdeyê bidin 40 jinî.
Fatma Akbuluta qursiyer jî got, "Ji bo me hem ji aliyê aboriyê hem jî ji aliyê menewiyatê va gelekî kêr tê. Em hatin ku destkariya zîv hîn bibin. Înşaellah em ê di demên pêşiya xwe da tiştên baş hîn bibin. Dibe ku ji xwe ra dikanekê jî vekin."