30 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2017
HAKKARÎ
Li Hekariyê leşkerek bi guleya qezayê şehîd bû.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên ewlekariyê hat wergirtin, leşkerên ku bona ewlekariya rêya Hekarî-Wanê li nêzîkî Çiyayê Testere yê li navçeya Çukurcayê peywirê dikin, di kêliya hevguhertinê da leşkerekî bi şaşî bi çekê Leşkerê bi Peyman ê Peyadeyê Behrê Semîh Akyildiz birîndar kir.
Akyildizê ku rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Hekariyê, digel hemû midaxaleyan nehat xilaskirin û şehîd bû.
- Bona şehîd merasîma oxirkirinê
Bona şehîd Akyildiz li Fermandariya Tûgaya Komando û Çiya ya Hekariyê merasîma oxirkirinê hat lidarxistin. Wekilê Walî Bekir Abaci, Fermandarê Tumena 3yemîn a Peyadeyan a Yuksekovayê Tuxgeneral Metîn Tokel, Fermandarê Cendirmeyên Parêzgehê Tuxgeneral Ferdî Korkmaz û Midûrê Ewlekariya Parêzgehê Suleyman Suvat Dilberoglu beşdarî merasîmê bûn.
Piştî merasîm û diayê, cinazeyê şehîd şandin memleketê wî.