30 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2017
MUŞ
Midûriyeta Giştî ya Rêhesinên Dewletê (TCDD) xebatên rêhesina Palo-Gênc-Mûşê didomîne.
Hat ragihandin, budçeya rêhesina ku 15 hezar û 45 mêtro dirêj e, milyarek lire ye û herwiha di çarçoveya projeyê da wê 51 tunel, 43 pir-rêpir bên çêkirin.
Parlementerê Mûşê yê AK Partiyê Mehmet Emîn Şîmşek di daxuyaniya xwe ya ku da rojamegeran da destnîşan kir ku di serdema hikûmetên wan da yek ji girîngtirîn xizmetên ku kirin, verastkirinên yasayî û dabînkirina piştevaniyan e.
Şîmşek da bibîrxistin piştî ku bendavên li ser Çemê Mûradê tijî av bibin, xeta rêhesina li ser guzergeha Mûş-Gênc-Paloyê wê di hundirê qada golê da bibînin û wiha pê da çû:
"Der heqê rayên navborî da bi destê Rêhesinên Dewletê îhale hat kirin. Proje qedera milyarek lireyî ye. Aniha deltaya rêhesinê tê çêkirin. Xebat wê heya Tetwan û Gola Wanê bidomin. Ev proje pir bi kêr tên ku welatê me pêş bikeve. Herwiha di çarçoveya van projeyan da wê Projeya Trêna Bilez a Mûş-Erzinganê ku yek ji hedefên 2023yan e, bê çêkirin. Bi xêra van projeyan da Mûş û herwisa herêma me, wê di warê veguhastin û bazirganiyê da gelekî pêşva biçe."