25 Hezîran 2016•Rojanekirin: 26 Hezîran 2016
ADIYAMAN
Li Adiyamanê eskerê ku di êrîşa hatibû kirin da birîndar bûbû rakiribûn nexweşxaneyê tevlî hemû mudaxaleyan nehat xilaskirin û şehîd ket.
Walîtiya Adiyamanê daxuyanî da û bi bîr xist ku duh di saet dora 16.00î da li texma Bogazozuya bajaroka Komurê mensûbên PKKya rêxistina terorê êrîşî hêzên ewlehiyê kir û cenderme Mucahît Şîmşek (21) birîndar bû.
Tedawiya eskerê birîndar li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Adiyamanê hat kirin lê tevlî hemû mudaxaleyan xilas nebû û şehît ket.
Di vê navberê da operasyonên ku piştî êrîşê li herêmê dest pê kiribûn jî didome.
Duh li texma Bogazozuya bajaroka Komurê mensûbên PKKê dema wesayîta eskerî derbas dibû gule barandin û şofêrê wesayîtê cenderme Mucahît Şîmşek (21) birîndar bûbû.