İbrahim Atmaca
08 Îlon 2018•Rojanekirin: 10 Îlon 2018
AKSARAY
Li Aksarayê otobêsa rêwiyan wergeriya şarampolê û 6 kes mirin, 43 kes birîndar bûn.
Li gor agahiya ku hat hildan, otobêsa rêwiyan a fîrmaya Seçê ku plaqa wê 27 PB 712 e, Mahmut Tuşgul (49) diajot, li ser rêya Enqere û Aksarayê kîlometroya 20em wergeriya şarampolê.
Di qezayê da 6 kes mirin, 43 kes birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneyên bajêr.
Polês û cendirmeyan lêpirsîn dan destpêkirin. Otobês ji Stenbolê diçû Gazîantebê.