18 Tebax 2016•Rojanekirin: 18 Tebax 2016
GAZÎANTEP
Li Nurdaxiya navçeya Gazîentabê otobêsa rêwiyan welgeriya û di qezayê da li gor agahiyên ewil 4 kes mirin û 30 kes birîndar ketin.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, otobêsa rêwiyan a bi pîlaqeya 01 EHD 31 li kîlometreya 15an a rêbeja Nurdaxi-Gazîentabê ji destê ajokar derket û welgeriya.
Li gor agahiyên ewil di qezayê da 4 kes mirin û 30 kesên ku ajokar jî di nav da ye mirin.
Birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên li Gazîentabê.
Ji ber qezayê rêbeja ku ber bi îstiqameta Gazîentabê diçe hat girtin.