Elif Orhan
04 Îlon 2016•Rojanekirin: 04 Îlon 2016
ANTALYA
Di tekneya tûrê ya ku li perava Antalyayê noqê avê bû de 79 rêwî hatin xilaskirin û hat îxbarkirin ku 2 kes jî winda ne.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin tekneya gerê ya bi navê "Kurt-C" a 28 metro dirêj a ku ji Lengergeha li Kaleîçiyê derket li perava Plaja Konyaaltiyê av hilda. Bi tesîra barana gur û bayê jî tekne qulibî û ekîbên Ewlehiya Peravê û tekneyên turê yên din ên li herêmê ji bo ku kesên di tekneyê de xilas bikin çûn herêmê.
79 rêwiyên di tekneya ku qulubî de hatin xilaskirin û ew anîn Lengergeha Kaleîçiyê. Hat diyarkirin ku ji kesên di tekneyê de yek jê biyanî du kes winda ne.
Piştî ku qezazede hatin xilaskirin tekne noqê avê bû.