Fatih Gazioğlu
10 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 11 Cotmeh 2018
GAZÎANTEP
Li Arabana navçeya Gazîentabê li ser 8 donîm erdî sîr hat çandin.
Sîrê Arabanê yê navdar li deşta navçeyê her sal di meha tebaxê tê çandin. Serokê Odeya Ziraetê Mehmet Dogan li zeviyên sîrçandî lêkolîn kir.
Dogan daxuyanî da rojnamevanan û got ku ew sîr piranî li zeviyên taxên Kokluce, Korhaciobasi, Fakili, Eskîaltintaş, Ziyaret, Yolveren û Dagdancikê diçînin. Dogan got ku du salên dawî da li ser qasî 40 donîm erdî sîr çandine û wiha axivî:
"Lê ev gelek zêde bû. Ji ber vê sîrê me bi bihayekê erzan dihat firotin. Me jî biryar da ku êdî em ê çandina sîr kêm bikin. Cotkarên me bi kedeke mezin vî karî dikin. Bejna sîrên me heta 10-15 santîmetreyê bilind dibe. Înşellah îsal hilberînerên me wê heqê keda xwe bistînin."
Li navçeyê sîrê dawiya havînê tê çandin û di meha hezîranê da tê komkirin.