Elif Orhan
01 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 02 Tîrmeh 2016
BALIKESÎR
Li Ayvalika navçeya Balikesîrê balafirekî perwerdeyê ya ku ji pîsta Saziya Hewayê ya Tirkiyê (THK) ket û di encama bûyerê de 2 kes mirin.
Qaymeqamê Ayvalikê Namik Kemal Nazli daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li mewqiya Sarimsakliyê balafira perwerdeyê ya ku ji pîsta ax a THKyê bi firê ket ji ber sedemeke ku hêj nediyar e ket.
Nazli diyar kir ku di qezayê de du kes mirin û wiha axivî: "Serokê Şûbeya Ayvalikê yê THKyê Mustafa Dogrular û kesekî din mirin. Me der heqê rewşê de agahî da rayedarên Balafirgeha Koca Seyît a Balikesîrê. Tê payîn ku ekîba qezayê ya hewageriya sivîl bişînin cihê bûyerê."