Fatih Gazioğlu
18 Gulan 2018•Rojanekirin: 19 Gulan 2018
ŞANLIURFA
Li Şanliurfaya ku yek ji navendên girîng ên tûrîzma baweriyê ye, welatî herî zêde piştî fitarê li kolanên bajêr kom dibin û ji xwe re digerin.
Li gor rîwayetê Hezretî Îbrahîm li Şanliurfayê ji dayik bûye û Hezretî Eyûb, Elyas û Şueyb pêxember jî li vê derê jiyane.
Welatiyên "Bajarê Pêxemberan" roj ji ber germahiyê nikarin derkevin derva lê piştî fitarê kolanên bajer tijî dikin.
Gelek welatî piştî fitarê bi jin û zarokên xwe va derdikevin derva û heta saetên dereng digerin û beşdarî çalakiyên şaredariyan dibin.
Şaredariya Halîliyê ev 5 sal e ji bo welatiyan paşîvan li dar dixe û bi hezaran meriv beşdarî van paşîvan dibin.
- Herî zêde li Gola Masiyan û ciyên cîgerfiroşan qerebalixî çêdibe
Welatiyên xelkê Şanliurfayê û turîstên ku ji bajarên din tên herêmê herî zêde Gola Masiyan û ciyên dîrokî yên li derûdorê wê ziyaret dikin.
Ji bilî Gola Masiyan qebra Eyûb Pêxember ku wekî "sembola sebrê" tê zanîn ji turîst û welatiyan eleqeyeke mezin dibîne. Welatî piştî gerê diçin mizgeftan û nimêja xwe ya terewîhê dikin.
Piştî terewîhê hin kes jî ji xwe re diçin kafe û ciyên cîgerfiroşan. Li Şanliurfayê her sal di meha Remezanê de cîger û kebab zêde tên xwarin.