Haydar Şahin
31 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 01 Mijdar 2018
ŞANLIURFA
Li Şanliurfaya wekî "bajarê pêxemberan" tê binavkirin Balikgola li gor riwayetan Nemrutê hikûmdarê wê çaxê Hezretî Îbrahîm avêtiyê payîzê dîmenên xweşik derxist holê.
Her sal bi hezaran ziyaretvanên biyanî û xwecî tên ziyareta Balikligola ji hêla endamên hersê dînan va pîroz tê qebûlkirin û wekî "akvaryuma tebiî ya herî mezin" tê zanîn.
Şaredariya Bajarê Mezin a Şanliurfayê xebatên sersazî û binesaziyê temam kirin û piştî xebatan Balikligol bi rûyê xwe teze li ziyaretvanan pêşwazî dike, bi sîstema walîtiyê da çêkirin va her roj beriya nimêjê Qurana Pîroz tê xwendin.
Li qada di her demên salê da qerebalixî lê heye tûrîst êm didin masiyên golê yên wekî pîroz tên qebûlkirin û mekanên li wargehê digerin. Mêvan ji vê derê derdikevin Kelha Urfayê, ji jorê li bajarê avahiyên dîrokî û teze tevlî hev bûne mêze dikin.
Ziyaretvan li restoranên di şikeftên qûntara kelhê qehweya "mira"yê vedixwin û bîna xwe didin. Tûrîst paşê jî derbasî bazara dîrokî û xanan dibin.
Balikligola ku wekî ciyê Hezretî Îbrahîm lê avêtine agir tê zanîn bi çîroka xwe va tesîrê li ser ziyaretvanan dihêle.
Zivistanê Balikligol rengrengî dibe û dîmenên xweşik derdixe holê, bi roniyan va bi şev bala tûrîstan dikişîne.
Tûrîstên xwecî û biyanî li Gola Eynzelixayê jî li kelekan siyar dibin û li ser golê digerin.