Önder Beyter
09 Nîsan 2018•Rojanekirin: 11 Nîsan 2018
AGRI
Şaredariya Bazîda navçeya Agiriyê dest bi xebateke nû kir û li navenda navçeyê li baxçeyên dibistanan daran datîne.
Xebatên dardanînê yên ku di bin rêveberiya Qaymeqam û Cîgirşaredarê Bazîdê Ulaş Akhan da hat destpêkirin, bi hatina biharê ra belayî tevahiya navçeyê bûn.
Ekîbên şaredariyê di vê çarçoveyê da li baxçeyê Lîseya Anadolu ya Dr. Reşat Erden şitil danîn û herwiha xwendekaran jî hevaltiya ekîbên şaredariyê kirin.
Hat ragihandin ku xwendekar jî tevlî xebatên dardanînê dibin û herwisa ev xebat wê li tevahiya navçeyê li dibistanên ku pêwîstî pê heye, dewam bikin.