Türkan Tosun
09 Nîsan 2018•Rojanekirin: 11 Nîsan 2018
AYDIN
Li Încîrlîovaya navçeya Aydinê lîtreya şîrê hêştiran ya ku wisa tê bawerkirin ji bo gelek nexweşiyan şîfa ye, bi 65 lîreyan tê firotin.
Li navçeyê çewlikeka hêştiran a navdar şîrê ku ji vir tê bidestxistin difroşe bajarên din ên Tirkiyeyê û dervayî welêt.
Aytekîn Kayayê Serokê Federasyona Hêştiran û Hêştirvaniyê ya Tirkiyeyê ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ew ji bo gulaşê hêştiran xwedî dikin, lê di demên dawîn de şîrê wan jî zêde tê firotin.
Kaya got ji goştê hêştiran sucix tê çêkirin, şîrê wan jî ji ber ku tê bawerkirin ji bo tenduristiyê baş e zêde tê firotin.
Kaya anî ziman malbateke ku mehekê li Aydinê maye her roj şîrê hêştiran daye zaroka xwe û dema vegeriyane welatê xwe jî 150 lître şîr kirîne û wiha dewam kir: "Ji me ra gotin rewşa zarokê baştir e. Piştî ku her roj şîrê deveyan vexwariye pirsgirêka wê ya ku nikaribû razê ji holê rabûye."
Kaya behsa firotina şîrê hêştiran kir û wiha axivî: "Li Tirkiyeyê dema hûn bibêjin şîrê hêştiran bajarê Aydinê tê hişê mirov. Êdî ji welatên cuda ên dinyayê xwe digîhînin me. Ji Fînlandiya, Almanya, Hollanda, Yewnanîstan, Kosova û welatên din ji me şîr dixwazin. Ji Almanyayê doxtorek heye ez ji wî ra jî dişînim, bawerim dide nexweşên xwe."
Kaya got ew ji hêştirekî 2 lître şîr hildidin û kîloya wê jî didin 65 lîreyan.