29 Îlon 2016•Rojanekirin: 29 Îlon 2016
ERZURUM
Li bendêne ku li ciyên bilind ên Herêma Rojhilatê Anadoluyê şilope û berf bibare.
Li gor agahiyên ku ji Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê hatin sitandin, tê texmînkirin ku li herêmê hewayê ewrsayî û ewravî be, li bakurê Erziromê û tevahiyê Erdexanê car caran şiliyê bibare û li ciyên bilind jî şilope û berf bibare.
Germahiya hewayê ewê neguhere lê belê car caran bayê rabe.
Bişev germahiya hewayê li Agirî û Erdexanê 1, li Erziromê 2, li Qersê 4, li Îdirê 7, li Ezircanê 10 pile hat pîvandin
Tê texmînkirin ku biroj germahiya hewayê li Erdexanê 10, li Qersê 13, li Erziromê 14, li Agiriyê 17, li Ezircanê 19 û li Îdirê 22 pile be.