25 Tebax 2016•Rojanekirin: 25 Tebax 2016
BITLÎS
Li Bitlîsê minîbus wergeriya şarampolê, 16 kes birîndar bûn.
Li gor agahiya ku hat hildan, teka minîbusa ku Ferhat Uludîl diajot û plaqa wê 65 NV 536 e, li ser rêya Bitlîs û Tetawanê tanga Rehwayê teqiya û minîbus wergeriya şarampolê.
Di qezayê da şofêr Uludîl, Faruk, Edîp, Omer, Yusuf, Maşallah û Sedat Uludîl, Hacer, Aysun, Onur, Bîlal û Murat Şengul, Ugur Toplu, Yusuf Ozel, Fîdan Ulugol û Adnan Aydemir birîndar bûn.
Birîndar bi alîkariya ekîbên tenduristiyê û mirovên der û dorê ji wesaîtê hatin derxistin û bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên li Bitlîs û navçeya Tetwanê.