25 Tebax 2016•Rojanekirin: 26 Tebax 2016
VAN
Li Ozalpa navçeya Wanê welatiyan bertek nîşanî êrîşa rêxistina terorê ya PKKê ya ku Antîka Çakiciya dayika 7 zarokan mir, dan û gotin ku ew ê destûrê nedin terorê.
Servet Açikgozê birayê Antîka Çakiciyê got ku rehma Xwedê kesên ku di vê êrîşê de mirine be û wiha axivî: "Di dinyayê de welatê herî zalim Îsraîl e û em zilma wê ya li ser filistîniyan dibînin. Qet nebe ew dema ku çekê didin serê yekî destûrê didin ku ew kes şehadeta xwe bîne. Yên ku van êrîşan dikin, bombeyan bi cih dikin nahêlin ku mirov şehadeta xwe jî bînin. Ev ne mirov in. Xwedê qehra xwe li wan bike."
Yunus Çakiciyê eqrebayê Antîka Çakiciyê jî wiha got: "Gundiyên li wir dijîn, yên ku li ser wê rêyê tên û diçin çawa bombebicihkirinê nabînin? Divê mirov hinekî bi wijdan tevbigerin. Ez dibêjim heke wijdana wan rehet be, ya me jî rehet e."
Muzaffer Çevîkê 80 salî yê li navçeyê dijî jî anî ziman ku him FETO û him jî PKK hewl dide ku zirarê bide Tirkiyeyê û wiha axivî: "Em bi hezaran şehîdan bidin jî, bi tenê bila welatê me, alaya me sax be. Li aliyekî terorîstên ku polêsan û leşkeran şehîd dikin, bombeyan bi cih dikin, li aliyê din FETOcî. Ew zirarê dikin. Yê ku dimre ji xwe dimre. Tu kes nikare vî welatî perçe bike. Li cem me welat namus e. Bila xwîna me li ser van axan biherike, lê em bê welat nemînin"
- "Ev welatê me hemiyan e, yekê me bimre yekê me yê bimîne."
Çevîk got guh nade heqareta kesên ku piştgiriyê didin rêxistina terorê û wiha axivî:
"Ez her tim diaxivim lê belê ji min re çêrên wisa dikin meriv îkrah dike bîne devê xwe. Lê belê talaşa min nîne. Bimrim jî derd nîne. 7 zarên min hene. Ez 80 salî me. Ji îro şûnda bijîm çi ye nejîm çi ye. Kesên ku piştgiriyê didin karên van jî bêdîn in. Ya ku îro hate serê wan dibe ku sibê were serê min jî. Gunehê wê jinikê çi bû? Çi heqê wan heye ku ev zarokan histûxwar hîştin. Ev li heqê kê digerin. Diya min hetanî ku mir tirkîtî nizanibû. Em Iraqê û Sûriyeyê dibînin lê belê hê jî hişê me li serê me nîne. Ev welatê me hemiyan e, yekê me bimre yekê me yê bimîne."
Çevîk got ku wiha xerber dide jê ra dibêjin "Wisa nebêje ewê te bikujin" û wiha pê da çû: "Bira bên, tirsa min ji tu kesî tune. Bira bên bikujin. Bira bi tenê bêdîn nemrim bes e. Li welat, milet, ala û namûsa xwe xweyî derkevim. Ez qurbana binê nigê miletê xwe bim."
Çevîk bal kişand ku piştgiriya ku gel di têkoşîna dijî terorê da dide hêzên ewlekariyê zehf girîng e û wiha axivî: "Ma çima kesên ku ev kara kirin nedîtin? Însan dibê bi şeref û heysiyet be. Gelê ku vê dibîne dibê ragihîne eleqedaran. Bi ragihînin ku ew jî neyên bombeyan daneynin."
Endamên PKKya rêxistina terorê bombeya ku li Taxa Melehesena Jêr bi cî kiribûn di 19ê tebaxê da dema ku wesayîta bi zirx a hêzên ewlekariyê ji rê derbas dibû teqandibûn, di êrîşê da 4 leşker û Antîka Çakici û Efkan Çakiciyê kurê wê yê yeksalî yên di wesayîta ku jê rê derbas dibû da bûn birîndar ketibûn. Antîka Çakiciyê li nexweşxaneyê can dabû.