30 Mijdar 2016•Rojanekirin: 30 Mijdar 2016
ANKARA
Li devera Çiyayê Cûdiyê di operasyonên 2 rojan da 10 terorîst hatin kuştin. Hefteya dawiyê hejmara terorîstên kuştî yên li wê deverê gihîşt 14an.
Li gorî zanyariyên Sererkaniyê, 28ê mijdarê di encama gerîna droneyan da bi qasî kîlometrokê li rojhilatê Girê Hesaramîrê 5 terorîst hatin tesbîtkirin.
Piştî tesbîtê êrîşeke asîmanî hat lidarxistin. 2 ji wan terorîstan bi êrîşa asîmanî, 3yê mayî jî bi operasyona tîmên taybetên hatin kuştin.
Herwiha duh jî 4 terorîstên rêxistina cihêxwaz bi droneyên çekdar û terorîstek jî bi lêdanên obusan, bi giştî 5 terorîst hatibûn kuştin.
Di lêgerînên ku duh li herêmê hatin kirin da cesedê mensûbên rêxistinê, gelek çek, techîzat, amûrên ji bo jiyanê û belgeyên rêxistinî hatin dîtin.
- Di hefteya dawîn da çek û cebilxaneyên hatin qefaltin
Di operasyonên ku nav hefteyek dawîn da li herêma Çiyayê Cûdiyê hatin kirin da hejmara terorîstên hatin berterefkirin derket 14an.
Di operasyonan da tivinga piyadeya M-16, 6 keleşnîkof, çeka zagrosê, bîksî, RPG-7 roketavêj, 16 bombe, 4 şarjorên kalaşnîkofê, 500 fişekên bîksiyê, 80 fişekên çeka zagrosê, 100 fişekên keleşnîkofê, xwarin, xurek, dexl, dan û hwd hatin qefaltin.