Fatih Gazioğlu
04 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2018
HAKKARÎ
Li Çukurcaya navçeya Hekariyê 6 parkên nû tên çêkirin.
Şaredariya Çukurcaya navçeya Hekariyê ku Wezareta Karên Navxweyî cîgirê şaredar lê wezîfedar kir, xebatên xwe didomîne.
Şaredariyê Çukurcayê ji bo 6 parkên nû dest bi xebatê kir.
Qaymeqam û Wekîlê Serokê Şaredariyê Temel Ayca got ku ew ê li navçeyê bi tevahî 6 parkan çêbikin û wiha axivî:
"Li navçeyê ciyên rast û best kêm in. Me 2 donîm erd ji bo çêkirina seyranê dît. Ji ber êv ev ciyê me dît ji bo me gelekî girîng e. Em ê li ser wî eraziyî jî parkekê çêbikin. Rewşa hewayê eger baş be em ê înşellah vê parkê di mehekê da xilas bikin. Ji bo gelê me ser xêrê be."