Türkan Tosun
17 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 18 Rêbendan 2018
ANKARA
Balafira neqliyeyê ya eskerî ya CASAyê ku ji Eskîşehirê rabû li herêma Yalvaçê ket, teknîsyenek û 2 pîlot şehît ketin.
Sererkaniyê daxuyand ku balafireke eskerî ya ku tîpa wê CN-235 CASA ye û tê de du pîlot û teknîsyenek hebûn û ji Eskîşehirê ji bo perwerdeyê rabû, ket. Di saet 14.30an de li bakurê gola Egîrdîrê enqaza balafirê û neaşê sê personelên ku şehîd ketine hatin dîtin.
Li ser malpera înternetê ya Sererkaniyê hat daxuyandin ku balafira neqliyeyê ya eskerî ya ku tîpa wê CN-235 CASA ye û di saet 11.03yan de ji Fermandariya Baregeha Jeta Sereke ya 1emîn a Eskîşehirê tê de du pîlot û teknîsyenek hebûn rabû.
Hat gotin ji saet 12.50an pê va îrtibata radarê ya bi balafirê ra qut bû, xebatên lêgerîn û xilaskirinê dest pê kirin.
Di daxuyaniyê da wiha dewam kir: "Di saet 14.30an de li bakurê gola Egîrdîrê em gihîştin enqaza balafirê û neaşê sê personelên me yên qehreman. Rehma Xwedê li hevalên me yên qehreman ên ku gihîştîn mertebeya şehadetê be. Serê malbatên wan ên biqîmet, Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê û gelê Tirk ê ezîz sax be."
Waliyê Ispartayê Şehmus Gunaydin diyar kir ku miameleyên otopsiyê yên kesên ku di balafira ku li navçeya Yalvaçê ket de şehîd ketin hindik maye ku bên temamkirin û got ku "Ez nikarim ku der barê saeta qezayê de agahiyeke net bidim. Xebatên ji bo ku qutiya reş bê dîtin dewam dikin. Lêkolînên teknîkî dewam dikin.
Walî Gunaydin daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku balafir ji ber sedemeke ku hêj nediyar e ketiye
Gunaydin destnîşan kir ku 3 murettebatên balafirê şehîd ketin û ev gotin:
"Ekîbên AFAD û cendirmeyan di demek kurt de gihaştin enqazê. Ez bi taybetî spasiya gundiyên me dikim. Arîkariya me kirin. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Yalvaçê otopsiya şehîdên me tê kirin. Piştî miameleyên wan dê bibin Eskîşehîrê. Fealiyetên lêgerîn û xilaskirinê di demek gelek kurt de hatin temamkirin. Firokeyeke Hêzên Asîmanî yên Tirkan di demek kurt de balafir dît. Demek kurt piştî qezayê întiqalê cihî bûyerê bû."
Walî Gunaydin da zanîn ku peywirdaran ji bin enqazê cenazeyên şehîdan derxistin û wiha axivî: "Miameleyên otopsiyê yên şehîdên me hindik maye ku xilas bibe. Ez nikarim ku der barê saeta qezayê de agahiyeke net bidim. Xebatên ji bo ku qutiya reş bê dîtin dewam dikin. Lêkolînên teknîkî dewam dikin. Tê gotin ku di dema qezayê de û piştî wê li wê herêmê mij hebûye lê piştî xebataekîba teknîkî daxuyaniyeke net wê bê kirin. Lêkolînên teknîk dewam dikin. Serê me sax be."