28 Îlon 2016•Rojanekirin: 28 Îlon 2016
CAKARTA
Hat ragihandin ku li herêma xweser a Ningşîa Huiyê ya Çînê di kaneke komirê da teqîn çêbû û 19 kes mirin.
Rayedaran destnîşan kir ku madena komirê bi qaçaxî dihat xebitandin û ji ber şidîna xazê çêbû, 19 xebatkar mirin û xebatkarek jî winda ye.
Di madena nêzî bajarê Shîzuîshanê da di dema teqînê da 20 xebatkar hebûn.
Piştî bûyerê xwediyê madenê hat binçavkirin.
Di salên dawîn da li Çînê ji ber teqînên di kanan da hejmara miriyan bi saya venêrîn û zêdekirina cezayên tên sepandin va daket lewra di sala 2003an da 7 hezar kes di teqînan da miribûn û ev hejmar di sala 2014an da daket 931 kesî.