28 Îlon 2016•Rojanekirin: 29 Îlon 2016
BURSA
Li Bursayê di çarçoveya lêpirsîna hewldana derbeya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da ji rêveberên Şaxa Bursayê ya Aktîf Egitim-Senê 19 kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê da ekîbên Dijî Terorê yên Midûriyeta Ewlekariyê 19 berşik desteserkirin.
Hat tespîtkirin ku ji berşikan hinekan pergala peyamgeriya bişîfre "ByLock" emilandine, hinekan jî li ser telîmata serokê rêxistina terorê Fetullah Gulen pere razandine Bank Asyayê.
Herwiha berşikên ku li emniyetê miemeleyên wan temam bûn, sewqî dadgehê kirin.