10 Gulan 2016•Rojanekirin: 10 Gulan 2016
VAN
Li Îpekyoluya navçeya Wanê teqemeniya ku mensûbên PKKya rêxistina terorê bi cih kiribû, teqiya. Di teqînê da 2 polês şehîd bûn, polêsek birîndar bû.
Li gor agahiya ku hat hildan, li ser agahiya ku terorîstan li kuçeya Karliovaya taxa Hacibekirê teqemenî bi cih kiriye, ekîbên Midûriya Emniyeta Bajêr dest bi operasyonê kir.
Pisporên îmhakirina bombeyan hatin cihê bûyerê ku teqemeniyê bê tesîr bikin, lê teqemenî teqiya. Di teqînê da 2 polês şehîd bûn, polêsek birîndar bû.
Ji bo ku terorîst werin girtin, operasyonê dest pê kir û ji hewa va jî destekê didin operasyonê.