Önder Beyter
09 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 09 Cotmeh 2018
ÎSTANBUL
Bi destê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di lêpirsîna dijî pêkhateya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ya di nava Artêşa Tirkiyeyê da der heqê 45 berşikên ku di navê da muwezef û sivîlên berpirsên wan jî hene da biryara binçavkirinê hat derxistin.
Lêpirsîna Buroya Teror û Sûcên Rêxistinkirî ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ya dijî qaşo pêkhateya FETOyê di nava artêşê da berdewan e.
Di çarçoveya lêpirsînê da ji îfadeyên kesên ku ji hukmên poşmaniya bibandor sûd wergirtin û hin eskerên muwezef û sivîlên berpirsên van ên ku bi têlefonên biankesor peywendî datanîn, hatin tesbîtkirin.
Di vê çarçoveyê da der heqê 45 berşikan da biryara binçavkirinê hat derxistin.
Stenbol navend di encama operasyonên li 25 parêzgehan da heta niha 18 berşik hatin binçavkirin.