30 Îlon 2017•Rojanekirin: 01 Cotmeh 2017
DIYARBAKIR
Li Kocakoya navçeya Diyarbekirê hêzên ewlehiyê û mensûbên PKKya rêxistina terorê di 26ê îlonê da şer kirin.
Li ser vê yekê jî ji bo berterefkirina rêxistina terorê operasyonê dest pê kir. Di encama operasyonê da 5 mensûbên PKKya rêxistina terorê hatin berterefkirin.
Walîtiya Diyarbekirê daxuyanî da û şerê di 26ê îlonê da li texma gundê Gozebaşiya ser Kocakoya navçeya Diyarbekirê qewimî û tê da Çawişê Pispor ê Cenderme Hatîp Çaglar şehîd ketibû û du personel jî birîndar bûbûn, bi bîr xist li ser wî şerê ji bo berterefkirina mensûbên rêxistinê xebatên îstixbaratê dest pê kir.
Di encama xebatê da li Gonena goma Baharlara gundê ser navçeya Liceyê komek terorîst hatin tespîtkirin. Ji bo berterefkirina terorîstan jî duh ji saet 19.10an pê va bi piştgiriya balafirên Fermandariya Hêzên Hewayî va operasyon hat kirin û 5 terorîst hatin berterefkirin.
Di operasyonê da hin çek û belgeyên rêxistinê jî hatin qefaltin.