17 Nîsan 2016•Rojanekirin: 18 Nîsan 2016
DİYARBAKIR
Li Baglara navçeya navend a Diyarbekirê, Platforma Hezkiriyên Pêxember di çarçoveya "Hefteya Jidayîkbûna Pîroz" da bernameya "Rêberê Biratî û Yekîtiyê Hezretî Muhammed" li dar xist. Hat ragihadin ku ji derveyî bajêr jî gelek kes hatin û beşdarî bernameyê bûn.
Çalakî li Parka Newrozê hat kirin, welatiyên ku xwestin beşdarî bernameyê bibin ji cihên cuda en bajêr bi wesayitên ku platformê tehsîs kir va hatin parkê.
Welatiyên ku li parkê kom bûn, li vir gel hev nimêja nîvroyê eda kir.
Mehmet Gokgozê bavê Hasan Gokgozê ku di çalakiyên bêdestûr ên di 6-7ê kewçêra 2014an da bi hinceta Kobaniyê (Eyn el Ereb) hatin lidarxistin da gava ku goştê qurbanê (roja 4em a Eyda Qurbanê) belavî mihtaca dikir hat kuştin jî beşdarî bernameyê bû.
Hasan Gokgoz di nav da Yasîn Boru jî digel 2 hevalên xwe hatibû qetilkirin.
Gokgoz got ku ew ji bo beşdarî çalakiyê bû kêfxweş e û wiha dewam kir: "Piştî kuştina kurê min, ev çalakiya duyem a Heftêya Jidayîkbûna Pîroz e, ez beşdar dibim. Bi kelecanim. Em hezkiriyên pêxemberê me ne, em amadene ku di rêya wî da canê xwe bidin. Ji ber vê kelecanê ez bi şev raneketim. Niha di şûna kurê xweda jî dixebitim. Berê em bi hev du ra dihatin û ev stûpêç li dora stûyê me her duyan bû."