Nihat Kavşut
05 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2017
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê di operasyonên dijî hişbirê da 18 kîlo û 620 gram eroîn û 706 kîlogram esrar hat qefaltin.
Li gor agahiyan ekîbên Midûriyeta Şaxa Dijî Sûcên Narkotîk di 2yê cotmehê da dijî kesên ticareta hişbirê dikin derketin operasyonê.
Li gor agahiyan di operasyona li ser rêya Şanliurfayê hat kirin da ji wesaîtekê 18 kîlo û 620 gram eroîn û hezar û 695 hezar lire pere û li navçeya Sûrê jî ji wesaîtekê 706 gram esrar derket.
Hat destnîşankirin di operasyonan da 3 kes hatin binçavkirin û bi destê meqamên edlî hatin girtin.