Ahmet
26 Îlon 2016•Rojanekirin: 27 Îlon 2016
DIYARBAKIR
Li Licê û Hêniya navçeyên Diyarbekirê qedexeya derketina derva ya ku ji bo operasyona dijî terorîstên PKKyî hatibû îlankirin li hinek cihan hate rakirin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, bi mebesta paqijkirina herêmê ji terorîstan û îmhakirina sitargeh û şikeftên rêxistinê, li deverên daristan û çiyayî yên Licê û Hêniyê operasyon didomin.
Qedexeya derketinê ya ku ji 25ê îlonê roja îniyê ji seat 05.00ê bi şûnda didome, îro ji seat 06.00an pê va li hinek cihan wê bê rakirin.