13 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 14 Tîrmeh 2018
DIYARBAKIR
Li Silîvana Diyarbekirê di operasyona rêxistina terorî PKKê de gundparêzek şehîd ket û yek jî birîndar bû.
Li gor daxuyaniya Walîtiya Diyarbekirê di operasyona derdora Bendava Silîvanê de seet 01.45an de di navbera hêzên ewlehiyê û terorîstan de şer derket.
Di şer de 2 gundparêz birîndar bûn û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê Selaheddîn Eyyûbî. Lê belê rewşa gundparêzekî giran bû û şehîd ket.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku operasyonên li herêmê didomin.