02 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2015
MARDÎN
Li Dêrîka navçeya Mêrdînê di çarçoveya qedexeya derketina derve ya ku 6 roj beriya niha hat îlankirin de operasyonên ser PKKya rêxistina terorê berdewam dikin.
Ji bo ku navçe ji terorîstan bên paqijkirin, bergiriyên ku mensûbên rêxistina terorê danîn bên rakirin, kemînên ku di nav de teqemenî hatine veşartin bên îmhakirin, xendeqên ku hatin kolan bên girtin ekîbên polês û jendirmeyan operasyon dikin. Tê nirxandin di operasyonên ku hatin kirin de ji 10ê zîdetir terorîst hat kuştin.
Di dema îmhakirina teqemeniyên ku li hawirdora bergiriyan hatine veşartin de hêzên ewlehiyê gelekî hesasiyet nîşan didin ku tu zirar negihe sivîl, mal û kargehan.
- Êrîşî ambûlansan jî kirine
Hat diyarkirin ku terorîstan êrîşî ambûlansên ku diçûn taxên ku lê pevçûn hene ku nexweşan bînin, kirine.
Di vê çarçoveyê de berigiriyên ewlehiyê tên girtin û nexweşên li taxên ku wir bergirî û xendeq hene wisa dibin ambûlansan û digihînin nexweşxaneyê.
- Ji 5 hezarî zêdetir kesî koç kiriye
Gelek welatiyên li taxên ku lê xendeq û bergirî hene û ji ber tehde û êrîşên terorîstan ên ser gel aciz bûne mecbûr man ku malên xwe biterikînin.
Hat ragihandin ku ji 5 hezarî zêdetir kesî bi fikara terorê bi walêz û hin eşyayên ku bi xwe re birin ji navçeyê koç kirin, li herêma ku lê operasyon berdewam dikin de jimara sivîlan ew qas kêm bûn ku mirov dikare bibêje ku wir sivîl nemane.
Trafoyên li navçeyê ji ber êrîşên terorê xisar dîtin û ji bo ku welatî bêceyran nemînin trafo tên temîrkirin.
Daketin û derketina ji navçeyê bi kontrol tê kirin.
- Makîneyên kar hildan bin kontrolê
Hat ragihandin ku hemû makîneyên kar ên li navçeyê li hember îxtimala amadehîkirina terorîstan a ji bo çalakiyê hildan bin kontrolê, ji ber vê yekê li navçeyê nikarin xendeqan bikolin gelek bergiriyên ku di nav wan de teqemenî hatine veşartin hene. Li navçeyê ji bo rakirina bergiriyan û îmhakirina teqemeniyan dixebitin.
Dan zanîn ku ji kadroya çiyê ya PKKyê jî 30 terorîst hatin navçeyê, serê her komeke ku ji mensûbên YDG-Hyê pêk tên ev terorîst hene.
- Ji êrîşên terorê aciz in
Ji welatiyên ku li navçeyê dijîn C.Ç (61) diyar kir ku ji destpêkirina dengê çekan pê ve nasên wî malên xwe terikandin û got ku malbata wî jî di nav kesên ku koç kirin de ye.
C.Ç got ji ber ku nikare dev ji heywanên xwe berde nikare ji navçeyê biçe û got ku "Em dixwazin ku dawî li pevçûn û êrîşan bê. Em vir ji operasyonên leşkeran aciz nînin."
Welatiyên ku malên xwe terikandin jî dan zanîn ku ev çendî roj in ji ber êrîşan mexdûr in, ji ber dengê çekan aramiya wan nema, ji ber vê jî mecbûr man ku ji navçeyê koç bikin.
Keçika ku ji bo ezmûna zanîngehê amadehî dike jî da zanîn ku ji ber êrîşan şeht li perwerdeya wê ket, ji ber ku têrî xwe nikare amadehî bike hêviya wê nema ku di ezmûnê de bi ser bikeve.
Di êrîşê de eskerek şehîd ket
Li Mêrdînê dema ku otobêsa serwêsê ya eskerî derbas dibû teqemeniya ku mensûbên PKKya rêxistina terorê li nav dolikeke çopê de veşartibûn, hat teqandin. Di êrîşê de eskerek şehîd ket, 7 kesên ku din nav wan de sivîl jî hene birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin li mewqiya Kamorê ya Taxa Meydanbaşiyê dema ku otobêsa serwêsê ya leşkerî derbas dibû teqemeniya ku terorîstan nav dolikeke çopê de veşartibûn dan teqandin. Di encama teqînê de leşkerek şehîd ket û 7 kesên ku di nav wan de sivîl jî hene birîndar bûn.
Birîndar bi ambûlansan ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyên cur bi cur.
Hêzên ewlehiyê ji bo ku terorîstan bigirin li herêmê operasyon dan destpêkirin.