13 Hezîran 2017•Rojanekirin: 14 Hezîran 2017
ADANA
Li Seyhan û Yureyîra navçeyên Edeneyê, dijî karkerên demsalê operasyona "aramiyê" hat lidarxistin.
Bi kordîneya MIdûriyeta Giştî yê Ewlehiyê, ekîbên Midûriyeta ewlehiyê yê Bajêr bi 400 polêsan li navçeyên Seyhan û Yureyîra navendê dijî karkerên demsalê operasyona "aramiyê" li dar xist.
Di operasyona ku ekîbên şaxên ewlehiyê narkotîk, asayîş, tevgera taybet û hêza çewîk beşdar bûn de bi alîkariya TOMAyê li nêzî hezar konan da lêgerîn hatin kirin.
Di operasyonê de li GBTyên welatiyên Sûriye û Tirkiyeyê hat mêzekirin û di wesayîtên bişik de lêgerîn hatin kirin.